• Monday, 09 February 2026
logo

Milyardêrê Kurd bo Serêkaniyê ji bêdengiya xwe derket

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Milyardêrê Kurd bo Serêkaniyê ji bêdengiya xwe derket
Endamê Itîlafa Niştimanî ya Hêzên Opozisyonê û Şoreşa Sûriyê û milyardêrê Kurd, li hemberî rûdanên li Serêkaniyê û êrişên grûpên çekdar li dijî Kurdan, nekarî xwe bigre û ji bêdengiya xwe derket.

Li gor nûçeyeke malpera Welatî belav kiriye ku, karsazê Kurd û endamê Itîlafa niştimanî ya hêzên opozisyona Sûrî (Yehya Kurdî) ragihandiye ku, tenê yê ku ji pevçûnên li Serêkaniyê sûd werdigre rêjîma Sûriyê û hin grûpên çekdarî bi xwe ne ku dixwazin bi rêya Serêkaniyê projeyên ku xizmeta doza kurdên Sûriyê nake birêve bibin.

Karsazê Kurd bi tundî rexne hêzên opozisyona Sûriyê ku li hemberî êrişên girûpên çekdar û grûpên bi navê artêşa azad bê deng mane girt. Her weha teqez kirk u ew ta mêjiyê hestî Kurde.

Yehye Kurdî da zanîn ku ew êrişên leşkerî ku li navçeyên sivîl weke Serêkaniyê dikin tu giringiyekî xwe ya leşkerî tuneye û rêjîma Sûriyê li wan deveran nayê ruxandin. Her weha ew lijneya Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyonê ku jibo rûdanên Serêkaniyê hatibû avakirin jî bi windakirina demê binav kir û bang kir ku divê fermanên rasterast bo rawestandina şer û vekişîna hêzên çekdar ji Serêkaniyê bide. Her weha rê bidin xelkê bajêr ku karûbarên xwe birêve bibe.

Hêjayî gotinê ye Yehya Kurdî karsazekî Kurde û jidayîkbûyê bajarê Helebê 1966`e û endamê platform karsazên sûrî û endamê Itîlafa niştimanî ya hêzên opozisyon û şoreşê ye.

Xendan
Top