• Monday, 09 February 2026
logo

Serokwezîrê Îsraîlê yê nû dîsa Netanyahu ye

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Serokwezîrê Îsraîlê yê nû dîsa Netanyahu ye
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, di hilbijartinan de bi ser ket. Netanyahu piştî ku dest bi vekirina sindoqan hat kirin, got ku “Gelê Îsraîlê dixwaze ku ez serokwezîriyê bidomînim.”

Piştî bidawîbûna hilbijartinên li Îsraîlê, ji sedî 90’ê sindoqan hatin vekirin. Li gorî dengên hatin jimartin, 11 partî dikarin bikevin parlamentoyê. Bloka rastgir a Netanyahu li parlamentoyê 11 kursî ji dest dan. Hejmara kursiyên wan ên berê 42 bûn, di vê hilbijartinê de daket 31’an. Li gorî encaman partiya Netanyahu ya Likud-Beitenu 31, Partiya çepa navendî Yeş Atid 19, Partiya Karkeran 15, Şas 12, Evi Habayit Yehudi 11, Cihutiya Yekbûyî ya Tevratê -7, Hereket (Hattuna) 6, Meretza Sosyalîst 6, lîsteya yekbûyî ya ereban -Tal’al 4 û Balad jî 3 kursî bi dest xistin. Kadîma benda hilbijartinê ya ji sedî 2 derbas nekir, lewma daneket parlamentoyê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, piştî ku dest bi vekirina sindoqan hat kirin û encamên destpêkê hatin, bi rayedarên partiya xwe re hat navenda giştî ya partiya xwe Lîkudê ya li Tel Avîvê. Netanyahu ji aliyê nêzî 200 rojnamevanên herêmî û biyanî ve hat şopandin. Netanyahu, di nav sloganên alîgerên xwe de axivî. Di destpêka axaftina xwe de serbilindiya ji ber Serokwezîriya Îsraîlê anîn ziman û wiha got: “Gelê Îsraîlê dixwaze ku ez Serokwezîrtiyê bidomînim.”

Netanyahu, diyar kir ku partiya wî dê hemû welêt himbêz bike û anî ziman ku dixwaze hikûmeteke berfireh ava bike. Netanyahu, da zanîn ku karê wan ê destpêkê, mijûlbûna bi Îranê re be. Netanyahu ragihand ku dê nehêlin Îran çekên nuklewî bidest bixe.

Rudaw
Top