• Monday, 09 February 2026
logo

Hêzên Îranê li ser sînorê bakûr-rojhilat kurdek kuştin

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Hêzên Îranê li ser sînorê bakûr-rojhilat kurdek kuştin
Hêzên artêşa Îranê li ser sînorê bakûr û rojhilatê Kurdistanê welatiyekî kurd kuştin.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, welatiyê bi nave Şukrî Sehrayî (45) ku dixwast benzînê ji Îranê derbasî aliyê Tirkiyê bike ji aliyê serbazên îranî ve hat gulebarankirin.

Li gorî nûçeyê, di bûyerê Sehrayî bi giranî birîndar bû û sînor derbas kir lê ji ber ku gelek xwîn jê çûbû, can da.

Hat gotin cenazeyê wî welatiyê kurd veguhestine nexweşxaneya navçeya Geverê ya Colemêrgê.

Di nûçeyê de hat gotin ku malbata Şukirî Sehrayî çûye nexweşxaneya Geverê û li gorî agahiyên ku malbatê daye, Sehrayî bavê 9 zarokan bûye ku ji bo dabînkirina debara jiyana xwe neçar bûye li ser sînor benzînê bifroşe.

Rudaw
Top