• Monday, 09 February 2026
logo

Barzanî çû serdana Talebanî

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Barzanî çû serdana Talebanî
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Almanya çû serdana serokomarê Iraqê, Celal Talebanî.

Li gorî nûçeya malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê (krp.org), serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî duh (22.01.2013) li paytexta Almanya, Berlîn serdana serokomarê Iraqê, Celal Talebanî kir.

Li gorî nûçeyê, Barzanî li nexweşxaneyê Talebanî dîtiye û ji rewşa tenduristiya wî agahdar bûye û kêfxweşiya xwe ji başbûna wî nîşan daye.

Serokomarê Iraqê, Celal Talebanî piştî ku qeyrana mêjî derbas kir ji bo dermankirinê veguhestin Almanya. Li gorî raporên pijîşkî, Talebanî niha dikare biaxife û kesên derdora xwe jî nas bike.
Top