Ahmet Turk naçe Îmraliyê
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, daxwaza ji bo hevdîtina ku dê vê heftiyê li Îmraliyê pêk bihata, ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye redkirin. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk dê biçûna Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkirana. Çav li rê bû ku hevdîtin îro pêk bê.
Merasîma cenaze ya ji bo 3 siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Amedê bi tevlîbûna sedhezaran hatibû lidarxistin. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk di vê merasîmê de axivîbû û ji ber operasyonên leşkerî yên li bakûrê Kurdistanê berdewam dikin, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kiribû. Hate îdîakirin ku sedema vê axaftinê serlêdana ji bo çûyîna Turk û Demîrtaş a Îmraliyê hatiye redkirin. Hat hînbûn ku Hevserokên BDP’ê û KCD’ê bi îsrara xwe ya ji bo çûyîna Îmraliê jî, hikûmetê bêzar kirine. Di kûlîsan de tê gotin ku ev nêzikatî wekî xwe ferzkirin û bazarkirin hatiye nirxandin û bûye sedema nerazîbûnan.
Rudaw
