• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobil civiya

Gulan Media January 23, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobil civiya
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel îro sêşem 22/01/2013 gihîştin Swîsre. Li vê serdana Swîsre ya bi mebesta beşdarkirina Kongreya Aboriya Cîhanî ku li Davos tê sazkirin‌, îro li gel birêz Rêks Pîlerson Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobîl civiya. Li vê hevdîtinê de Serokê Encûmena Raperandina Kompanya Exxon Mobîl behsa çalakiyên Kompanya Exxon Mobîl kir ku ev demeke li Herêma Kurdistanê karê derxistina neftê dike.

Berî ku Serok Barzanî berev Swîsre birêbikevê, rêzdar li Elmanya bi mebesta halpirsîn û agahdarbûna ji wan operasyonê pizîşkiyên ku ji bo çareserkirina Serok Komar hatine kirin rewşa tendirûstiya rêzdar Serok Komar Celal Talebanî pirsî, Serok Barzanî bi baştirbûna rewşa tendirustiya rêzdar Serok Talebanî û wan çareseriyê pizîşkiyên ku ji bo wî hatibûn encamdan gelek xweşhal bû.
Top