Serokê Herêma Kurdistanê roja ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin li Misilmanên Kurdistanê û Iraq û Cîhanê pîroz kir
(Leqed kan lekum fî resul alleh aswe husne limen kan yercu alle walyom alaxir)
Sadaq alleh alazîm
Ji bo roja ji dayikbûna fexrê kaînat pêxemberê me yê mezin Mihemmed Mistefa (S.X.L.) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û bi taybetî li misilmanên Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê handerekî din ji bo piyade kirina hemû wateyên rûyê bilindê ola pîroza îslam li dadwerî û lêborînî û pêkve jiyan û hevdû hezkirin û rêz li li hevdû girtin, hêvîdarim jî ev roja pîroz ji bo xelkê Kurdistanê bi giştî bi xweşî û xêrên zêdetir ve vegerê û daxwaz li hemû dam û dezgehên herêmê û hemû misilmanên Kurdistanê dikim ku vê salvegera piroz bi bilind rabigrin û ahengên hêja saz bikin.
Pîroz bê salvegera mewluda pêxemberê îslam, berqerar bê jiyana asûdeyî û yekrêzî û tebayiya navbera çîn û tuwêjên gelê me berev geşepêdana ezmûna me û hevdû qebulkirinê.
Wesselamu aleykum we rehmetullah we bereketuhu
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Rebî'ulewel 1434 Koçî
23 Kanûna Duwem 2013 Zayînî
