Nûnerê NY’î ligel parêzgarê Kerkûkê civiya
Îro danê sibehê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY’î yê li Iraqê Martin Kopler gihişt Kerkûkê û ligel parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm civiya.
Çavkaniyek ji civata parêzgeha Kerkûkê ji Rûdawê re wiha got: “Îro Kopler wê guftûgoyan ligel hemû çînên siyasî yên nava civata parêzgeha Kerkûkê encam bide. Dibe ku pirsgirêka navbera Bexda û Hewlêrê jî beşek din a civînên ligel rêveberiya Kerkûkê be.”
Di bernameya Martin Kopler de heye ku ligel nûnerên kurd, tirkmen û ereb ên civata parêzgeha Kerkûkê bi awayekî cûda bicive. Di hevdîtinan de pirsa encamdana hilbijartinên civata parêzgehê ligel wan pêkhateyan guftûgo bike.
Rudaw
