• Monday, 09 February 2026
logo

Li Kelarê 9 kes şewitîn

Gulan Media January 22, 2013 Nûçe
Li Kelarê 9 kes şewitîn
Li navçeya pîşesazî ya bajarê Kelarê di encama teqîna botlekî gaza Oksîcînê de, 9 kes dişewiti, lê ziyana madî hîna nehatiye zanîn.

Efserê navenda polis yên nexweşxaneya giştî a Kelarê Kamran Casim ji Xendanê re ragihand ku: "Li dikaneke li navçeya pîşesazî ya bajêr botlek gaza Oksîcînê teqiyaye û hejmara kesên şewitîne gihîştiye 9 kesan û ji ber giraniya şewata wan ew hemû şandine nexweşxaneya Silêmaniyê."

Wê jêderê got: "Heya niha ziyanên madî hîna nehatiye zanîn."

Xendan
Top