Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Tirkiyê ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Di civîna civata aborî ya Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku şandeke Herêma Kurdistanê ji bo damezirandina navçeyekî pîşesazî û sûdwergirtina ji ezmûnên pîşesazî yên Tirkiyê serdana wî welatî bike. Ji bo vê armancê jî îro şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê digihe Tirkiyê.”
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku wê şand serdan bajarê Bursa bike û wiha pêdeçû: “Şand wê serdana bajarê Bûrsayê bike û piştî civîna ligel berpirsên wê navçeyê, wê serdana navçeyên pîşesaziyê yên Bûrsayê bike.”
Di nava şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezîrê pîşesazî û bazirganî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê, waliyê Hewlêr, Silêmanî, Dihok, bi serpereştiya Rêveberiya Germiyan û çend endamên Civata Aborî ya Kurdistanê cih digrin.
Rudaw
