• Monday, 09 February 2026
logo

El-Partî: Ger çekdar ji Serêkaniyê dernekevin emê şerê wan bikin

Gulan Media January 22, 2013 Nûçe
El-Partî: Ger çekdar ji Serêkaniyê dernekevin emê şerê wan bikin
Sekertêrê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) helwesta xwe ya derbarê şerê li Serêkaniyê yê di navbera Kurdên Rojava û komên çekdar yên Erebên Îslamî de anî ziman û ji Rûdawê re got: "Eger komên çekdar ji bajarê Serêkaniyên dernekevin, emê li dijî wan şer bikin û digel çekdarên din ên Kurd emê wan bi zorê derxînin.”

Danûstandinê digel Opozisyona Sûriyê dikin

Sekertêrê El-Partî Ebdûlhekîm Beşar ecêbmayîna xwe ya derbarê hebûna komên çekdar li Serêkaniyê nîşan da û wiha got: "Beşar_Esed li Şamê rûniştye, ne li Serêkaniyê. Lewma divê ew komên çekdar ji Serêkaniyê derkevin û berê xwe bidin bajarê Şamê. Ji bo vê yekê me danûstandin ligel opozisyona Sûriyê kiriye.”

Sekerterê El-Partî eşkere kir ku pîlangeriyek li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û di pêşerojê de dê hemû tişt eşkere bibin.

Em nahêlin derbasî nav bajarekî din bibin

Sekertêrê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Ebdûlhekîm Beşar tekezî li ser wê yekê kir ku eger komên çekdar hewl bidin biçin bajarekî din yê rojavayê Kurdistanê, dê li hemberî wan şer bikin, bajarên rojava xetên sorin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hebûna komên çekdar li Serêkaniyê dibe sedema fitneyê di navbera Kurd û Ereban de.”

Rudaw
Top