• Monday, 09 February 2026
logo

Li Şengal`ê 2 ciwanên Êzîdî hatin kuştin

Gulan Media January 21, 2013 Nûçe
Li Şengal`ê 2 ciwanên Êzîdî hatin kuştin
Li gundekî ser bi qezaya Şengal a parêzgeha Mûsil`ê 2 ciwanên Êzîdî ji aliyê çend çekdarên ne nas ve di encama destdirêjiya guleyan de canê xwe ji dest dan.

Berpirsê bingeha asayîşa Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) Şeref Şivan li qezaya Şengalê bo malpera Xendan ragihand ku, îro demjimêr 4`ê danê êvarê 2 ciwanên Êzîdî bi mebesta encamdana karûbarên xwe li cem encûmenê wê gundî û anîna hindek kelûpelên nav male ji bo xwe çûn gundê Ebo Xeyma ya ser bi nahiya Girezîz.

Şeref got: Ew herdû ciwan pismamê hev in di heyama çûna mala encûmenê wê gundî de çend çekdarên ne nas destdirêjiya guleyan li wan kirine.

Amaje bi wê yekê kir ku, çekdaran ji nava otombêleke cûra Nîsan Pickup nêzî 10 gule reşandine wan.

Berpirsê bingeha asayîşa Yekîtî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) aşkere kir ku, piştî ew herdû ciwan ji bo nexweşxaneya giştî yê Şengal`ê hatin veguhastin canê xwe ji dest dane.

Xendan
Top