• Monday, 09 February 2026
logo

Obama sond xwar

Gulan Media January 21, 2013 Nûçe
Obama sond xwar
Serokê Amerîka, Barack Obama cara duyemîn sond xwar û bi fermî dest bi karê xwe kir. Cîgirê Obama, Joe Biden jî danê sibê sond xwar.

Ji bo destpêkirina dora duyem a serokatiya Amerîka, Barack Obama Duh (20.01.2013) li koşka spî û bi merasimek sade sond xwar.

Di merasimê de tenê malbata wî û serokê dîwana bilind a Amerîka amade bû.

Sala 2008 dema Obama nû bibû serokê Amerîka di dema sondxwarinê de hinek peyvên sondê xelet gotibû lewre carek din sond xwaribû lê vê carê bêyî ku xelet bike, pêk anî.

Hat gotin cîgirê Obama, Joe Biden jî îro danê sibê sond xwaribû.

Tê zanîn di hilbijartinên vê carê yê serokatiya Amerîka de, Barack Obama li hember hevrikê xwe Mîtt Romney yê komarî bi serketibû.

Rudaw
Top