• Monday, 09 February 2026
logo

Bi 7 tankan êrîşa Serêkaniyê kirin

Gulan Media January 20, 2013 Nûçe
Bi 7 tankan êrîşa Serêkaniyê kirin
Li Serêkaniya Başûr (Resulayn) şer û pevçûn dijwartir dibin. Komên çete bi çekên gran û tankan êrîş birine ser Serêkaniyê. Di navbera komên çete û YPGê de şer derket. Li gorî ragihandina YPGê 80 çetevan hatin kuştin û tankek jî hatiye îmha kirin.

Serêkaniya Başûr careke din bûye hedefa komên çete. Bi piştgiriya Tirkiyê komên çete, bi çekên gran û 7 tankan êrîşa Serêkaniyê kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiv dane êrîşên komên çete û di nevbera her du hêzan de pevçûn derketin. Di 3 rojên dawiyê de 80 çetevan hatine kuştin. 2 şervanên YPGê jî jiyana xwe wenda kirine. Di şerê Serêkaniya Başûr de tankek hatiye îmha kirin û yek jî wergeriya ye.

Êrîşên komên wek Ahrar-i Resul, Ahrar Heran û Şuheda El Tahîriye, di 16ê Rêbendanê de destpêkirin. Komên çete ji aliyê Tirkiyê derbasa Kurdistana Rojava bûne. Di êrîşan de sivîl jî hedef hatin girtin.

Di şerê Serêkaniyê yê di navbera YPG û komên çete de, 2 şervanên YPGê;Evdirrehman Sileman û Ferhas Elî Qewas, jiyana xwe wenda kirine û ji YPGê 4 jî brîndar bûne.

Li gorî nûçeya DÎHA (Ajansa Nûçeyan a Dîcle), rêberê komên çete yên ku êrîşa Kurdan dikin Nevaf el-Beşir, li Rihayê tê ezimandin.

Avestakurd
Top