Bêşîkçî: Kurd û ermenî xelkê xocî yên Tirkiyê ne
Pisporê zanista civakê û nivîskarê navdarê tirk, Îsmaîl Bêşîkçî Duh(19.01.2013) di panêla ku bi helkefta salvgera kuştina rojnamevanê ermenî, Hrant Dînk li paytexta Tirkiyê Enqereyê hat sazkirin de axivî û diyar kir ku li Tirkiyê gelê rûm hatine sirgûnkirin, ermenî rastî komkujiyê hatine û kurd jî rastî tirkkirinê hatine.
Bêşîkçî destnîşan kir ku tirkan mal û milkên ermeniyan zeft kirine û wiha axivî: “Ermenî û kurd xelkê vê coxrafiyayê ne lê tirk li ser vê xakê biyanî ne. Tirkan li dijî ermeniyan komkujî pêk anîn û dest danîn ser mal û milkên wan û beşek jê dan kurdan û ji wan re jî gotin ‘hûn tirk in.”
Di panêlê de ji bilî Bêşîkçî, akademîsyen Sîbel Ozbudun, Garen Mîkaelyan, Saît Çetînoglu û Hrant Kasparyan jî axaftin kirin.
