Erdogan ji bo sekinandina operasyonên serbazî 3 merc danî
Li gorî ajansên Tirkiyê, serokwezîr Recep Tayyip Erdogan Duh (19.01.2013) li bajarê Dîlok (Entab) di merasima vekirina hinek projeyên xizmetguzarî de axaftinek kir û diyar kir ku heta PKK dest ji çekan bernede dê şerê li dijî wê bidome.
Erdogan mercên sekinandina operasyonên serbazî li dijî PKK jî wiha anî ziman: “Divê reêxistin (PKK) dest ji çalakiyên serbazî berde, derkeve derveyî sînorê Tirkiyê û dest ji çekan jî berde.”
Serokwezîr û serokê giştî yê partiya dad û geşedanê (AKP), Erdogan encamên rapirsiya herî dawî ya rêjeya dengên partiya xwe jî eşkere kir û got ku li gorî rapirsiya herî dawî dengê AKP 54% dengê giştî ye.
