Li Piraniya Bajarên Îraqê De Xwepîşandan Hebû
Xwepişandanên evro ku, di bin navê fêl nayê kirin ( nayên xapandin) destpê kiribûn çendîn Bajarên mezin weke Bexda, Felûce, Tekrît, Samera, Selahedîn û Mûsil wegirtin û Xwepîşander li dijî siyasetên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî nerazîbûna xwe diyar kirin û daxwaza dev ji kar berdana Nûrî Malikî kirin.
Hevdem welatiyên Xwepîşander daxwaz kirin daku, tevahiya daxwazên wan bi taybetî meseleya azad kirina tevahiya Girtiyên bêtawan bi taybetî Girtiyên jin werin cîhbicîhkirin û Îraq ji kes û aliyên gendel were paqêjkirin.
