Serokê Herêma Kurdistanê ji ber teqînên Kerkûkê nameyeke hevxemî û hevpariyê ji Hevserokên BDP wergirt
Serokê Herêma Federal a Kurdistanê
Em îro bi agahiya ku di êrîşên hemwextên li hemberî buroyên PDK ê yên li Herêma Kerkukê ku di encama wan de herî kêm 21 kes jiyana xwe ji destdane û bi sedan jî birîndar hene, gelek xemgînbûn û helbet pêre jî hêrsa me bilindbû.
Li hemberî di pêvajoyeke wiha de ku Kurd hê jî bi komkujiyan û bi suikastan re rû bi rû dimînin ji bilî yekîtî û piştgiriya Kurdan ya bi hevre pêve tu çareyeke Kurdan tûneye.
Em vê êrîşa ku li Kerkûkê pêkhat ne tenê li hemberî rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê di heman demê li hemberî destkeftiyê, hevparên hemû Kurdan dibînin.
Em dixwazin ku cenabê we bizanibe ku Partiya Aştî û Demokrasiyê û gelê me kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane wekî şehîdên xwe dibînîn, em bi vê wesîleyê dîsa dubare dibêjîn ku di şadî û bexteweriyê de di êş û azaran de emê tim li cem we bin.
Em ji şehîdên xwe yên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji destdane ji xwedê rehmet û ji birîndaran re şifayê dixwazin.
Bi silav û hurmetên dilgerm.
Gulten Kişanak Hevseroka Giştî ya BDP ê
Selaheddîn Demirtaş Hevserokê Giştî yê BDP ê
