• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel her sê‌ serkirdeyên rikeber civiya

Gulan Media January 17, 2013 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel her sê‌ serkirdeyên rikeber civiya
Îro pênçşem 17/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel her sê serkirdeyên rikeber (opozîsyon) rêzdar Newşîrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û Elî Bapîr Emîrî Komela Îslamî civiya.

Li civînê de, li ser rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiya navbera aliyê siyasiyên Kurdistan û yekrêziya nîştimanî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Civîn li keş û hewayeke gelek erênî birêveçû û ji bo gihîştina encamekî wiha ku li berjewendiya gelê Kurdistanê de bê biryar jî dan civîna wan berdewamiya xwe hebê.
Top