Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî televizyona Kurdistan TV kir
Rêzdar Birêveber û Karmendên Kurdistan TV
Silav û rêz
Ji bo çardehemîn saliya karkirina kanala we ya ezîz, germtirîn pîrozbahiyê li we yên ezîz û xweşdivî dikim.
Kurdistan TV weku yekemîn telefizyona asîmaniya Iraq û Kurdistanê li vê çardeh saliya temenê xwe da xizmetekî baş û ber bi çav karwana medyaya Kurdî kiriye ku ji bilî girîngiya aliyên ragihandina xwe, li rûyê siyasî û civakî û hunerî û rewşenbîriyê ve jî hengaveke pir bexş jî avêtiye û herdem bi ruhê hestkirina berpirsiyariya nîştimanî û neteweyiyê ve têkilî li gel rûdawan da kiriye.
Hêvîdarim li gel hilpêkirina mûma çardeh saliyê da Kurdistan TV pêşketin û serketinên zêdetir pêkbîne, herdem ew stêra geşedara asmaniya medyaya bînrawa Kurdî bê ku çemkên demokrasî û lêborînê û pêkve jiyan û tebayî û yekrêziya hêz û aliyê siyasiyan li Herêma Kurdistanê û seraserê Iraqê berceste bike û şiyanên xwe ji bo kar û dahênanên mezintir saz bike.
Carekî din pîroze û her serfiraz û pir bexşîş bin
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/01/2013
