Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî rojnamevanên Kuwêtî kir
Li hevdîtinê de, Serok Barzanî li gotarek de ji bilî xweşhalî derbirîna beramber hatina şanda mîhvan ya Herêma Kurdistanê, tekez li ser kûrbûna pêwendiya dîrokiyên di navbera her du gelê Kurdistan û Kuwêtî kir û wan pêwendiyan bi birayane û bi hêz wesif kir. Balkişand li ser wê yekê ku daxwazeke bi hêz ji aliyê serkirdayetiya Herêmê ve heye bi mebesta geşkirina pêwendiya du qoliyên li gel dewleta Kuwêt bi wê pêgehê ku berjewendiya hevbeşa her du aliyan li xwe bigrê û ragihand ku welatê Kuwêt pêgehekî taybetî heye li aliyê xelkê Kurdistanê û gelek bi başî ji êş û azarên berê yê xelkê Kuwêtê têdigihin û xelkê Kuweyt jî bi heman awayî li êş û azarên gelê Kurdistanê dizanin û niha piştî rûxana rejîma berê derfetekî dîrokî hatiye pêş ku pêwîste bi her du aliyan ve hengav berev bi hêzkirina pêwendiyan ve bêne avêtin û li vî warî de Serok Barzanî behsa rola Balyozê Kuwêtê ya li pêşxistin û bi hêzkirina wan pêwendiyan de kir.
Her li vê hevdîtinê de Balyozê Kuwêt li Iraq gotarekî pêşkêş kir wê yekê ragihand ku Herêma Kurdistanê li hemû waran berev pêşve diçê û pêşbîniya ewe jî kir Herêma Kurdistanê li demekî gelek kurt da digihe wan armancan ku çendîn sale ji bo wê hewl dide. Heman demî de xweşdiviya gelê Kuwêt jî ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir.
Balyozê Kuwêt li Iraq behsa rola Serok Barzanî ya li Iraq û navçeyê de kir û ragihand ku xebat û têkoşîna wî serkirdeyî ya bi navê bi destxistina mafên gelê Kurdistanê ciheke girînge û rolekî ber bi çav li kûrkirina sîstema demokrasiya li Iraqê da heye û li yek xistina îradeya gelê xwe de û pêşxistina Herêma Kurdistanê ku bi vî awayî ku dibînîn xwedî ezmûnekî dewlemende.
Birêz Ayd Menawî Şêwirmendê Komeleya Rojnamevanên Kuwêtî jî armanca vê serdana Herêma Kurdistanê xisterû û ragihand ku armanca wan ya vê serdana şanda rojnamevanên Kuwêtî veguhestina wêneyekî rastiya Herêma Kurdistanê ye ji bo tevahiya welatên Erebî bi giştî û dewleta Kuwêt bi taybetî û balkişand li ser wê yekê ku asta rêxistin û aramiya li Herêma Kurdistanê gelek bilinde û weku şanda rojnamevanên Kuwêtî bi wê astê sersam buyîn û hêvîdarîn ew ast her li hilkişandinê de bê û dewleta Kuwêt jî sûd ji derfeta veberhênana Herêma Kurdistanê wergirê bi taybetî ku Kurdistan îro bûye dîroka serkeftinê û hêvî xwest ku beşên dinê Iraqê jî sûd ji vê ezmûna pêşketiya Herêma Kurdistanê bibînin.
Li dawiya hevdîtinê de sernivîskar û cîgir û peyamnêrên beşdarvanên şandê çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku pêwendiya wan bi pêwendiya du qoliya di navbera Herêma Kurdistan û Kuwêt û her wiha Iraq û navçeyê ve hebû û Serok Barzanî jî gelek bi eşkere bersîva pirsiyaran da.
