Evro civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê di derbarê kiryarên terorîstî yên li Bajarê Kerkûkê de daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kir û ragihand ku, hevdem ligel mehkûm û şermezar kirina wan kiriyarên han yên hovane, ji her kes û aliyekî re eşkere dikin ku, hêzên asayîşê piştî vê bûyera han vê bi awayekî çalak û aktîftir erkên xwe cîhbicîh bikin û ev kiriyarên bi vê rengî bi ti awayî moralên hêzên asayêşê lawaz nake.
Civata ewlekariya Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan kiriye û tekez li ser vê yekê kiriye ku, bi plan û stratejiyeke tund û nû vê rewşa ewlekariya Deverên Kurdistanî yên ji Derveya Kurdistanê biparêzin.