Kerkûk; Baregehên PDK Bûne Armanca Terorîstan, 25 Şehîd û 216 Birîndar Hene
Teqîna yekem bi rêya otomobîleke bombekirî ya ji corê (GMC) bûye û kesekî xwekuj di demjimêr 08:40 de li şeqama Etles di xaleke pişkinînê ya li komelgeha Azadî û nêzîkî çend baregehên rêkxsitinên ser bi Partîya Demokrata Kurdistanê û binkeya Asayişê pêk anîye. Piştî derbasbûna yek demjimêrî bi ser teqîna yekem de û dema ku berpirsên PDK dixwazin serdana cihê bûyerê bikin, otomobîleke din li şeqama perwerde ya kevn û bi dûrîya kêmtir ji 500 metran ji cihê teqîna yekem, çê dibe.
Li gor amarên nexweşxaneyan di encama teqînên îro yên Kerkûkê de heta niha 25 kes şehîd bûne û 216 kes jî birîndar bûne. Herwisa ji ber bi hêzîya evan teqînan, ziyaneke mezina maddî jî gihîjtiye avahîyên cihên bûyeran û ku bi çendîn Miliyard Dînar dihê mezendekirin.
Berpirsê ragihandina asayişa Kerkûkê Ferhad Heme Elî di bêjedanekê de ji PNA re di bareya teqînê îro yên li Kerkûkê de ragihand, ku ´´ îro di êrişeke xwekujî de bo ser baregehên komelgeha Azadî ku hejmarek baregehên rêkxistin û nivîsîngehên Partîya Demokrata Kurdistanê tê de hene, 15 kes şehîd bûn û pitir ji 100 kes jî birîndar bûn.´´
Ferhad Heme Elî herwiha got:´´ ji evan 15 şehîdan, 8 kes karmendên asayişa Kerkûkê û 7 kesên din jî, ji wan 6 kes polîs û yek jî karmendê rêkxistineke Partîya Demokrata Kurdistanê ne. Di nav Birîndaran de jî 15 kes polîs û karmendên asayişê ne û ewên din karmendên rêkxistinên ser bi PDK û hevwelatîyên sivîlên Kerkûkê ne.´´
Di teqîna yekem a îro de zêdetir ji 15 otomobîl jî şewitîne û ziyaneke mezin a maddî jî ber navçeyê kevtiye. Berpirsê ragihandina asayişa Kerkûkê herwisa got:´´ teqîna duyem li şeqama perwerde ya kevn a Kerkûkê çê bûye.´´ Li gor zanyarîyan teqîna duyem di demekê de çê bûye ku berpirsê liqa 3 a PDK li Kerkûkê xwastiye serdana cihê bûyera teqîna yekem li şeqama Etles û li komelgeha Azadî bike.
Di bareya teqîna duyem de, berpirsê rêkxistina Birayetî a komîteya 8 a Kerkûkê ya ser bi liqa 3 a PDK Necat Come ji PNA re ragihand:´´ di teqîna duyem de, otomobîlek bi karwana liqa 3 a PDK de teqîyaye.´´ Necat Come herwisa got:´´ di evê teqînê de Muhemed Kemal berpirsê liqa 3 a PDK li gel kargêrê liqa 3 û berpirsê komîteya 8 a Kerkûkê birîndar bûne.´´
Hêşta bi fermî amara dawî ya kesên kujtî û birîndarên di bûyerên terorîstîyên îro yên li Kerkûkê de nehatiye ragihandin.
