Çar Firokeyên Şerr Ên Turkiye Çend Gundên Ser Bi Devera Amêdiyê Bombaran Kirin
Rabîn Elî rûniştvanê dvera Dêrelukê ji PNA re ragihand, ku duh demjimêr 5:45 xulek çar firokeyên şerr ên Turkiye sînorê herêma Kurdistanê derbaskirin û gundên (Milê Zabê, Ruyê Şîn, Ziliyê, Reşave, Kuker, Sernî, Hure û Cemcî) ên li devera Nêrwe û Rêkan û Nihêlî bi dijwarî bombaran kirin.
Rabîn Elî weha jî da zanîn, ku ti zîyaneka giyanî ji evê bombarana han çênebû û tenê zîyanên maddî jê çêbûn.
