• Monday, 09 February 2026
logo

Îbrahîm Ceferî Û Roj Nûrî Şawis Rewşa Îraqê Nirxandin

Gulan Media January 15, 2013 Nûçe
Îbrahîm Ceferî Û Roj Nûrî Şawis Rewşa Îraqê Nirxandin
Evro Serokê êîtilafa hevpeymaniya nîştimanî ya Îraqê Îbrahîm Ceferî bi Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Roj Nûrî Şawis re civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa siyasiya Îraqê kirin û daxwaz kirin daku, tevahiya aliyan beşdariya civîna nîştimanî yaku, biryare evro were lidarxistin bikin.

Di berdewamiya vê civîna han de her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de kirin.
Top