Kurdên Rojawayê Spasiya Serok Barzanî Kirin
Birayê birêz û hêja Serok Mesûd Barzanî
Silav û rêz
Duyemîn kongreya nîştimanî li Sûriyayê gerimtirîn silavên xwe yên biratiyane pêşkêşî weyên birêz dike û hêviya serkeftin û tendirostî ji we re dixwaze.
Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd a li Sûriyayê spasiyên xwe li hember hewldanên we û piştgîrî kirina we ji têkoşîna Rojawayê Kurdistanê pêşkêşî we dike.
Duyemîn kongreya nîştimanî ya Kurd tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina peymannameya Hewlêrê a ku, bi Serokatiya weyê birêz hatibû îmzekirin kir.
Careke din silavên birayên me qebûl bikin û hêvî dikin hertim tendirost û selamet bin.
Serokatiya duyemîn kongreya nîştimaniya Kurd li Sûriyayê
