Bi Serokatiya Serok Barzanî Civata Serokatiya PDK Civiya
Di vê civîna han de çendîn babetên girîng weke, rewşa Îraqê, meseleya xwepîşandanên heyî yên li hin Parêzgehên Îraqê de, rewşa Deverên Kurdistanî yên li Derveya Kurdistanê, civîna heyeta hevbeş ya leşkerî ya Kurdistan û Îraqê, aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin.
Di berdewamiya civîna han de li ser astê Dever û Derveya Kurdistanê jî rewşa Sûriyayê bi giştî û rewşa Kurdên Rojawayê Kurdistanê bi taybetî, pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê û meseleya destpê kirina hevdîtinên rasterast bi Ocelan re û herwiha meseleya teror kirina 3 jinên çalakvanên Kurd li Parîrsê jî hatin giftûgokirin.
Di beşeke din ya civîna evroyê de çawetiya hevkarî kirin bo çareser kirina doza Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de jî hate ravekirin û hate gotin ku, dibe Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê de bi awayekî aştiyane hewl bo bidest xistina mafên xwe yên reva bidin.
