• Monday, 09 February 2026
logo

Buldan: Sala 2013 dê bibe sala serkeftina Kurdan

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Buldan: Sala 2013 dê bibe sala serkeftina Kurdan
Li gor nûçeyek malpera ANF, parlementera BDP di 2. kongreya awarte a BDP a li Qîratxaneya Dîlan a bjarê Îdirê ragihand ku, sala 2013 dê bibe sala serkeftina gelê Kurd û azadiya serokê PKK.

Bi beşdariya parlementera BDP ya bajarê Îdirê Perwîn Buldan , gelek rêveberên BDP , bi dehan mêvanên û 225 delegeyan 2. kongreya Partiya Aştî û Demokrasiyê li Qîratxaneya Dîlan a bjarê Îdirê hat lidarxistin.

Buldan di axafina xwe de terorkirina her sê 3 çalakvanên jin li Parîsê ji aliyê çend çekdarên nenas ve şermezar kir û ew hêriş bi têkdana hewlên aştî û hevdîtinên li Îmraliyê bi nav kir û têkest kir ku heya tawanbar neyên aşkere kirin ewê tekoşînê xwe berdewam bikin.

Buldan aşkere kir ku, sala 2013 dê bibe sala serkeftina Kurdan û azadiya rêberê PKK Ebdula Ocalan.

Piştî axaftina Buldan bi dengdana 225 delegeyan Hesen Safa wekî serokê rêxistina BDP'ê yê navenda abajarê Îdirê hat hilbijartin.

Xendan
Top