Dr. Berhem: pêwîste YNK û PDK xwe nêzîkî opozisyonê bikin
Dr. Berhem Ehmed Salih di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Hawlatî de ragihandiye ku: "Ev sarbûna peywendiyên di navbera partiyê hukimranê û partiyê opozisyonê di qazanca kesî de nîne."
Berhem Salih got: "Divê Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê destpêşxer bin bo nêzîkbûna ji opozisyonê û her du alî jî dawî li ew xwe cuda hêştinê bînin."
Cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê YNK`ê amaje bi wê yekê jî kir ku rewşa niha a navçey pêwîstî bi rêxistinkirina Kurdistanî heye ku rêzên me û siyasetên me yên niştimanî bixin yek.
Xendan
