Tirkiye: Li dijî hikûmeta Malikî xwepêşandan
Li gor nûçeyeke ajansa Anadolê belavkiriye ku Duh 13/1/2013`e Êraqiyê li bajarê Stenbolê li dijî hikûmeta Nurî Malîkî xwepêşandan kirine û di xwepêşandana de çendîn pankartên li dijî hikûmeta Êraqê û Sûriyê hatibûn hildan ku li ser wan weha nivîsîbûn (Eger hemû şeytanên ser zevî li gel te bin … hûn nikarin li pêşiya xwestekên gelê xwe bisekinin).
Hatiye diyar kirin ku ew xwepêşandan ji aliyê grûpekê bi nave lawên hevrêziyên şoreşa Êraqê li Tirkiyê hatiye rêxistin kirin û tê de bi zimanê Erebî û Tirkî diruşmên li dijî serokê hikûmeta Êraqê Nurî Malikî hatine bangkirin.
Xendan
