• Monday, 09 February 2026
logo

Du welatî li ser sînorê Rojhilat û Bakûr ji serma mirin

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Du welatî li ser sînorê Rojhilat û Bakûr ji serma mirin
Hevwelatiyek Kurd yê xelkê Urmiyê û hevwelatiyek din yê devera Şemzînan a bakurê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê di sir û seqemê de canê xwe ji dest dan.

Li gorî ajans Kurdpa, yek ji wan hevwelatiyan bi navê Mehdî Henîfî ye û ji gundê Çiryewa yê devera Mirgewer a Urmiyê ye. Hevwelatiyê din jî ku navê wî eşkere nebûye, xelkê gundê Şikewtan yê devera Şemzînan a Bakûrê kurdistanê ye.

Ev bûyer roja pêncşema borî qewimiye. Roja şemiyê xelkê gundê Şikewtanê cenazeyên wan vedîtine.

Çavkaniyê eşkere kiriye ku ew hevwelatiyane bi armanca kar û kasibiyê hat û çûya ser sînorê Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê dikirin.

Herwiha heftiya borî leşkerekî Îranî yê xelkê bajarê Erak ê devera Serşêwa Seqizê di sermayê de canê xwe ji dest da.

Sermaya zêde û befra giran di çend rojên derbasbûyî de Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê tûşî pirsgirêkên mezin kiriye.

Li hin bajarên rojhilatê Kurdistanê çend roje av û elektrîk qut bûye.

Rudaw
Top