• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 3 zarok ji ber sermayê mirin

Gulan Media January 14, 2013 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 3 zarok ji ber sermayê mirin
Li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê, zarokek 7 mehî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.

Li rojavayê Kurdistanê jiyan ji bo kurdan her diçe zehmetir dibe. Tunebûna ceyran û mazotê, dibe sedema mirinan. Li bajarê Qamişloyê zarokek 7 mehî yê bi navê Raman Reşko, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku ev zarok 3 roj beriya niha nexwxeş ketiye, dema malbata wî ew biriye nexweşxaneyê, li vir ji ber îltihaba di sîngê wî de çêbûye, miriye.

Di mehek de 3 zarok mirin

Li gorî agahiyan, di nav mehekê de li Dirbesiyê zarokek û li Qamişloyê jî zarokek ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Raman ê 7 mehî re, hejmara zarokên di nav meheke dawî de mirine, gihîşt 3’yan.

Rudaw
Top