Demirtaş bo Erdogan: Ew ne terorîstin
Demirtaş ku Duh 12/1/2013`an, li Parîsê beşdariya meşa Kurdan a ji bo şermezarkirina terorkirina ew her 3 çalakvanên Kurd kir û bersiva Erdogan weha da û got: “Tişta pêwîst dike ku em ne bi kîn biaxivin. Divê jibo ku em bi hêrs vê pêvajoya aştiyê pêşve bibin em bi sebir û aqilî û bi wêrekî tevbigerin, wekî din tu çareyên din li pêş me tuneye.”
Demirtaş got: “Em daxuyaniyên serokwezîr dişopînin. Ev daxuyanî baweriyê nadin civaka Kurd.”
Hevserokê BDP`ê li ser daxuyaniyên Erdogan yên îro got: “Serokwezîrê Receb Teyîb Erdogan dibêje ku bila serokê Fransa “Çima li gel ew kuştiyên terorîst çavpêketin kiriye daxuyanî bide”. Demirtaş got: “Serokwezîrê ku dixwaze li Tirkiyê pêvajoya aştiyê destpê bike, daxuyaniya ku jê tê xwestin ne ev in, ev mirov ne terorîstin. Kesên ku hatine terorkirin kesên sivîlin û siyasetvanin.”
Demirtaş teqez kir ku, divê em hewl bidin ji bo ku lêpirsîna vê komkujiyê, vê cînayetê derkeve hole. Tişta ku serokwezîrê komara Tirkiyê bike eve.
Xendan
