Pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo 21 saliya salvegera derxistina rojnameya Kurdistanî Niwê
Birêz sernivîskar û Desteya Nivîskarên Rojnameya Kurdistanî Niwê
Silav û rêz
21 saliya salvegera damezrandina rojnameya ezîzê Kurdistanî Niwê li we û li rêya we jî li hemû rojnamevan û karmendên we dikim û destên we yên kedkar digrim.
Hêvîdarim sala nû li temena rojnameya we ku rolekî berbiçav li pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê da hebûye, salekî cûdatir û pir berhemtir bê ji bo rêdan û zêdetir geşkirina rojnameya we û li gel dezgehên dinê ragihandinê ezmunekî hevseng û pir li zanyariyên dirust pêş bixin û li gihandina peyama we ya pîroz da herdem we bi serkeftî û serbilindî bibînim. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12/01/2013
