Erdogan ji serokê Fransa daxuyanî xwest
Ajansa nûçeyan a Andolê belav kiriye ku: "Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di gotarekê de li pêşiya karsazên welatê xwe daxwaz ji serokê Fransa kiriye ku egera hevdîtinên xwe li gel ew sê çalakvanên Kurd yên ser bi Partiya Karkirên Kurdistanê PKK`ê ku berya kuştina wan li gel wan saz kiribû aşkira bike."
Erdogan got: "Pêwîste Fransa wê rûdanê aşkir bike û serokê wî welatî diyar bike ku jibo çi çavpêkeftin li gel ew endamên rêxistina PKK`ê kiriye.? Bi daxuyaniyekê ji raya giştî ya gelê Tirkiyê û Fransa û cîhanê zelal bike. "
Di beşekî din ya gotara xwe de Erdogan da zanîn ku ew berdewamin bo pêvajoya aştiyê û ewê kêşeya welat ku bi Terorê bi nav dike bidawî bikin û got: "Bi piştevaniya Xwedê dereng yan zû ew kêşe çareser dibe. Her weha ewê hemû tiştê li pêşiya biratî û pêşveçûna welat dibin asteng wê nehêlin."
Sebaret bi goftûgoyên di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK`ê jî Erdogan cext kiriye ku ew bi hêrsin bo berdewamkirina goftûgoyên di navbera wan de û got: "Em bi wan goftûgoyan gelekî geşbînin û ev pêvajo wê di rê de be. Lê di heman demê de ew bi hişyarî pêvajoyê dişopînin."
Xendan
