• Monday, 09 February 2026
logo

Kongreya ENKS'ê bi dawî bû û Federalî hat pejirandin

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Kongreya ENKS'ê bi dawî bû û Federalî hat pejirandin
Kongreya Duyemîn a Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi dawî bûû mafê federalî ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê re pejirandin.

Serokê ENKS’ê Feysel Yûsif di daxuyaniyekê de ji nav salona kongirê ji Rûdawê re ragihand ku kongreya wan piştî dû rojan ji gengeşeke zêde bi dawî bû û têde li ser Federaliyetê li hev kirin û got: "Di kongreyê de bi dengê piraniya beşdarbûyan rêketinameya Hewlêrê wekî projeya siyasî hat pejirandin ku vê dawiyê di navbera ENKS û EGRK’ê de hatibû hatibû îmzekirin.”

Di derbarê beşdarî kirina Encûmena wan di hevpeyamaniya Niştîmanî ya Sûriyê de, serokê ENKS’ê wiha got: "Di civînên bê yên encûmena me wê ev pirs bê guftûgokirin kirin û biryarê li ser bidin.”

ENKS di kongireya xwe ya duyemîn de 75 endaman hilbijart û herwiha sê grûbên ciwanan jî rûniştinên wê baykot kirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di 26.10.2010’an û piştî şoreşa Sûriyê bi çend mehan ji 12 partî, 18 grûbên ciwanan û kesayetiyên serbixwe hatibû pêk anîn. Wê demê daxwaza mafê çarenivîsê ji bo Rojavayê Kurdistanê dikir, lê berî demekê digel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê li ser sîstema Federaliyê rêketin.

Rudaw
Top