Qeymiqamê Şêxanê jiyna xwe bi dawî anî
Li gor ragihandina beşa lezgîn a nexweşxaneya Dihokê, berî kêliyekê qeymiqamê qezaya Şêxan a girêdayî Mûsilê jiyana xwe ji dest da.
Îro berpirsê ragihandina qeymiqamtiya Şêxan Emîn Xelatî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva borî qeymiqamê Şêxanê Heso Nermo gulleyek li serê xwe da, niha li nexweşxaneya lihewarçûnê ya Dihokê ye û rewşa tendirûstiya wî xirab e.”
Biraziyê Heso Nermo, Siûd Misto jî ji Rûdawê re diyar kir ku îro berî nîvroyê bûyer rûdaye. Misto wiha got: “Em bawer nakin ku qeymiqamê Şêxanê hewla xwekuştinê daye yan jî bûyer bi awayekî din e.”
Li gor çavkaniyên ketine destê Rûdawê, qeymiqamê Şêxanê ji ber pirsgirêkekî civakî hewla xwe kuştinê daye.
Niha malbata qeymiqamê Şêxanê li derveyî Herêma Kurdistanê û Heso tenê li mal bû. Piştî demekê li Almanya dimîne, berî çend rojan vegeriya Herêma Kurdistanê.
Piştî kêliyekî din rêveberiya polîsên parêzgeha Dihokê di vê derbarê de kongreyekî rojnamevanî saz dikin.
Rudaw
