Arinç: Êrişa li dijî 3'ê jinên PKK'yî wehşet e
Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd, berdewam dikin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, bûyerê wekî wehşet binav kir û wiha got: "Kî jî wisa kiribe, ev mirov bi çi tewanbariyan hatibin binavkirin jî, mafê tu kesan tune ku bi vî awayî dawî li jiyana mirov bînin. Wan mirineke wisa tu car heq nekiribûn.”
Wezîrê Parastinê: Êşa van mirovan jî fêm bikin
Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz jî di Komîsyona Parastina Netewî ya Meclisê de axivî. Yilmaz got ku divê êşa malbatên PKK’iyan jî bê fêmkirin. Yilmaz, anî ziman ku naxwazin tu kesek jî bimre û wiha got: "Yên ku hatine kuştin jî welatiyên vî welatî ne. Divê mirov êşa dayîk û bavên wan jî fêm bike. "
Rudaw
