Hêzên Dîcleyê Hatûçûya Devera Hiwece Qedexe Kir
Di vê derbarê de jî çavkaniyek ji hêzên Polîs yên Kerkûkê eşkere kir ku, evro hêzên ser bi operasiyonên Dîcleyê çûyîna maşînan ji derveya Devera Hiweyceyê bo nava vê Deverê qedexe kiriye.
Çavkaniya han eşkere kir ku, tê payîn ev qedexe kirina han bi mebesta pêşî girtin ji xwepîşandanên heyî yên li dijî Malikî de be.
Hevdem her evro li Kerkûkê jî xwepîşandaneke berfire li dijî Malikî û hilweşandina hêzên Dîcleyê jî hate sazkirin û welatiyên Xwepîşander daxwaza cîhbicîh kirina daxwazên xwe ji aliyê Malikî û herwiha hilweşandina hêzên Dîcleyê kirin.
