• Monday, 09 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî terorkirina sê jinê çalakvanê Kurd li Parîs şermezar dike

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tundî terorkirina sê jinê çalakvanê Kurd li Parîs şermezar dike
Gelek bi mixabinî nûçeya terorkirina sê jinê çalakvanê Kurd (Sakine Cansiz û Fidan Dogan û Leyla Soylemez) gihîşt me ku li roja 10/01/2013 li encama kiryareke terorîstî li Parîs jiyana xwe ji destdan.

Li demek de bi tundî terorkirina van çalakvanên Kurd şermezar dikîn, heman demî de hevxemî û serxweşiya xwe bi kesukar û rêheval û hevsengerên qurbaniyan radigihînîn, hêvîdarîn ev rûdaw li ber wan hengavên ji bo çareserkirina aştiyaneya pirsa Kurd li Tirkiye ku li holê daye nebin asteng.

Daxwazê ji Hikûmeta Fransa dikîn hewl bide bi navê peydakirina encamderan û wan dest û aliyên ku li pişt encamdana vê karê terorîstiyê de bûn eşkere bike.


Serokayetiya Herêma Kurdistanê

11/01/2013
Top