• Monday, 09 February 2026
logo

Bi mebesta hal pirsîna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal, Serok Barzanî li Silêmanî serdana Xanima Yekema Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed kir

Gulan Media January 12, 2013 Nûçe
Bi mebesta hal pirsîna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal, Serok Barzanî li Silêmanî serdana Xanima Yekema Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed kir
Nîvroya Duh în 12.01.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta hal pirsîna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal li Silêmanî serdana Xanima Yekema Iraqê Hêro Îbrahîm Ehmed kir.

Li vê hevdîtinê de di destpêkê de Serok Barzanî bi xêrhatina xanim Hêro Îbrahîm Ehmed kir û bi germî halê Serok Mam Celal pirsî û hêviya xwe derbirî ku tendirustiya rêzdar berev cîhgirbuna zêdetir hengav bavêje.

Xanim Hêro Îbrahîm Ehmed jî spasiya Serok Barzanî kir û li baştirbun û cîhgirbuna zêdetirê tendirustiya Serok Mam Celal dilniya kir û spasiya xwe ji bo Serok Barzanî û tevahiya malbata rêzdar dupatkir ku herdem û berdewam bi nêzîk ve halê Serok Talebanî pirsîne.

Serok Barzanî jî xweşhaliya xwe beramber berev pêşveçuna erêniya rewşa tendirustiya Serok Komar derbirî û hêvî xwest ku rêzdar bi zutirîn dem û bi leş saxiyê ve vegerê welat û dirêjî bi erkê xwe nîştimanî bide, bi taybetî li vê hel û merca çarenusaz da ku welat li hemû astan da bi xwe dibîne.
Top