Daxuyaniya serokê Fransa li bara kuştina 3 endamên PKK
Serokomarê Fransa Françoîs Hollande, li bara bûyer kuştina 3 endam û rêvebirên PKK, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyanî da çapemeniyê. Hollande, di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ji 3 kesên hatin kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihate cem me û hem min hem jî aktorên din ên siyasî baş di nasîn." Holande li bajarê La Tresne dema ku navenda hewayî ziyaret dikir ji rojnamevanan re axivî û wiha got:
"Bûyerekî metirsîdar e. ji 3 kesên ku hatine kuştin yek gelek caran ji bo hevdîtinan dihat cem me û him min him jî aktorên din ên siyasî baş dinasîn. Niha lêpirsînê dest pê kiriye. Ji bo ronîbûna sedema bûyerê û kiryaran, ya herî baş ew e em li bendê bin.”
Rudaw
