Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Parîsê şermezar kir
Dizeyî herwesa di daxuyaniya xwe de dibêje: “Heta nuha tu rêxistin û aliyan berpirsiyariya encamdana wê bûyerê ne xistiye ser xwe û hêşta nezelale ka kî li pişt wê êrîşê ye. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê li benda encamên lêkolînê ye.”
Li dor tesîr û bandora bûyera Parîsê li ser pêşvajoya aşitiyê û danûstandinên di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyeyê de, berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: ” Em nikarin nuha tiştekî li ser wê bûyerê bêjin ji ber ku, nezelale ka kî li pişt wê êrîşê ye, lê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê bi aşitî û bi rêya diyalogê biîsrar e.”
Weke tê zanîn duhî bi şef li paytexta Fransayê li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de Sakîna Cansiz ji damezrênerên PKKê, Fîdan Dogan nûnera KNKê ya Parîsê û Leyla Soylemez hatin kuştin.
