• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Navxweyî yê Fransayê: Sûîqest nayê qebûlkirin

Gulan Media January 10, 2013 Nûçe
Wezîrê Navxweyî yê Fransayê: Sûîqest nayê qebûlkirin
Wezîrê Navxweyî yê Fransayê Manuel Valls diyar kir ku li Parîsê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd nayê qebûlkirin û got ku ew ê bûyerê bişopînin.

Li gorî nûçeya ANF’ê, Wezîrê Navxweyî Fransayê Manuel Valls çû cihê sûîqesta ku li Parîsê pêk hat û di encamê de yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan û jina ciwan a Kurd Leyla Soylemez hatin qetilkirin. Valls beriya biçe lêkolînê, bi rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) re hevdîtinek pêk anî.

‘Ne bûyerek ji rêzê ye’

Valls wiha got: “Ev ne bûyereke ji rêzê ye. Polîsên me lêkolîna xwe didomînin. Mirov nikare êrîşeke wiha qebûl bike.” Valls peyam da ku ew ê vê bûyerê bişopînin. Valls her wiha daxuyaniyek da radyoya France-infoyê û got ku “Ev êrîş qet nayê qebûlkirin.” Valls da zanîn ku ew hêvîdar e lêpirsîna bûyerê di demeke zû de biencam bibe.

Lêkolîn didome

Valls, tevî şandeya Wezareta Navxweyî ya Franseyê li cihê bûyerê lêkolînê dike. Waliyê Parîsê, parlementerên Partiya Komunîst û Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst hatin cihê bûyerê. Hejmara Kurdistaniyên li ber avahiyê jî her ku diçe zêdetir dibe û gelek endamên çapemeniyê li cihê bûyerê ne.
Top