• Monday, 09 February 2026
logo

Îbrahîmî: Rola Esed di hikûmeta bê de tuneye

Gulan Media January 10, 2013 Nûçe
Îbrahîmî: Rola Esed di hikûmeta bê de tuneye
Nûnerê navdewletî bo Sûriyê Exzer Îbrahîmî ragihand ku ew çi roleke Serokê Sûriyê Beşar Esed di hikûmetekê ku serpereştiya qonaxa veguhastinê li welêt bike nabîne.

Exzer Îbrahîmî di hevpeyvînekê digel ajansa Reutersê re duh roja çarşemê 9/1, got: “Bi teqez Esed di hikûmeta veguhastinê de nabê endam.”

Îbrahîmî teqez kir plana aştiyê ku li Cinêvê sala borî di heyva Huzêran de hate biryar kirin hîna bîngeha çareseriyêye bo aloziya li Sûriyê.

Nûnerê navnetewî da zanîn ku ewê îro roja pêncşemê 10/1 bo beşdarîkirina di civîna cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Wilyam Bernz û cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ku biryare were lidarxistin û têde ragihandina Cinêvê ku hêzên mezin di 30 Huzêrana sala borî li ser lihevkiribûn û têde avakirina hikûmeteke veguhastina desthilata Sûriyê hatibû biryar kirin wek çareseriyek bo derketina ji qeyrana li Sûriyê.

Îbrahîmî got: Ragihandina Cinêvê bîngeha çareseriya li sûriyêye… em behsa çareseriyek aştiyane dikin … ne çareseriyek leşkerî. Çendîn em jibo çareseriyê lez bikin wê baştir be ji ber ku Sûriyê roj bi roj wêran dibe.

Exzer Îbrahîmî di gotina xwe de teqez kir û got: "Divê çareserî di 2013`an de bibe.. em nikarin heya 2014`an li benda çareseriyê bin."

Her weha nûnerê navdewletî bo Sûriyê got: "Ji opozisyonê û Esed tê xwestin ku plana Cinêvê bipejirînin û cî bi cî bikin û ev yek jî divê bi agirbestekê destpê bike."

Xendan
Top