Berdevka Ragihandina PE’yê Tirkiye pîroz kir
Rojnameya Today’s Zaman ragihand ku Berdevka Ragihandina Parlamentoya Ewrûpayê (PE) Ria Oomen-Ruijten roja Çarşemiya borî, duh, civîneke çapemeniyê ya taybet der barê Tirkiyeyê de li dar xist. Berdevk Oomen-Ruijten der heqê hevdîtinên li Îmraliyê de got: “Em her du partiyên serekî yên Tirkiyeyê ji ber hemahengiya wan a di warê danûstandinên li Îmraliyê de pîroz dikin. Di çarçoveya Tirkiyeyeke demokratîk de divê kêşeya Kurd çareser bibe. Demek berê hikûmeta Tirkiyeyê ‘pêşîvekirina demokratîk’ a ku dabû destpêkirin, hewlên ji bo çareseriyê serî negirtibû. Em hêvîdar in vê carê pêvajo bi çareseriyê kotayî lê bê.”
Berdevka Ragihandina PE’yê der barê helwêsta PKK’ê ya ji bo hevdîtinan jî wiha axivî: “Ya ku em dibînin ew e ku PKK bi rastî jî dixwaze encamek ji danûstandinan derbikeve û vebigerin nav Tirkiyeyê. Em hêvîdar in ku Hikûmeta Tirkiyeyê û aliyên siyasî van daxwazan paşguh neke.”
Rudaw
