Rêjîma Esed çalakvaneke kurd digire
Li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê hêzên ewlekariyê yên rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed çalakvana kurd Cîhan Ehmed li ber kolêja maf a zanîngeha Helebê girtin.
Cîhan Ehmed çalakvaneke kurd e ji bajarê Efrînê ye û li zanîngeha Helebê li kolêja maf dixwîne. Ew ji 15ê adara 2011an de, bi awayekî aktîf di şoreşa li dijî rêjîma Beşar Esed de beşdar e.
Rudaw
