• Monday, 09 February 2026
logo

Keçeke Kurd li Hesekê hate revandin

Gulan Media January 9, 2013 Nûçe
Keçeke Kurd li Hesekê hate revandin
Bûyerên revandin û wendakirina mirovan ku herî zêde li bajarê Şam û Helebê rû didan, di demên dawî de li herêmên Rojavayê Kurdistanê jî belav dibin. Xwendekara Zanîngeha Firatê Fatma Mûsa li bajarê Hesekê hat revandin.

Keça Kurd Fatma Mûsa ji gundê Til Elo yê girêdayî herêma Til Koçer û xwendekara beşa Erebî ya Zanîngeha Firatê ye. 17-ê meha Kanûna sala 2012-an Fatma Mûsa ji Qamişlo berê xwe da Hesekê.

Bavê Fatma, Xalid Musa ji ANF-ê re axivî û ragihand ku keça wî 18-ê mehê jî bi rêya telefon têkilî bi wan re daniye, lê ji wê rojê û pêve tu agahî jê nayên wergirtin.

Bavê Fatma, Xalid Mûsa ji bo dîtina keça xwe, serî li Mala Gel a bajarê Hesekê da. Xalid Musa herwiha bang li welatiyên xwedî agahî kir daku bi rêya van hejmarên telefonan wan agahdar bikin: 0999129830, 052775163, 0930174531.

Avestakurd
Top