• Monday, 09 February 2026
logo

Sûriyê 2130 girtiyan beramber bi 48 dîlên Êranî azad dike

Gulan Media January 9, 2013 Nûçe
Sûriyê 2130 girtiyan beramber bi 48 dîlên Êranî azad dike
Îro 9/1/2013`an çarşembe bi navbeynkariya Tirkiyê Hikûmeta Sûriyê û opozisyona Sûriyê a çekdarî peymaneke berdêlkirina dîlan cîbicî dike û li beramberî serbestberdana 48 Êraniyan rêjîma Sûriyê 2130 girtiyên sivîl ku di navde tirk jî hene azad dike.

Di daxuyaniyekê li gel ajansa Anadolê a Tirkî, serok desteya alîkariya mirovî a Tirkiyê Bulent Yildirim ku li Şamê paytexta Sûriyêye ragihandiye ku berdêlkirina dîlan di çend demjimêrên pêş de tê cî bi cî kirin.

Yildirim ragihandiye ku ev rêkeftin berya demek dirêj destpêkiribû û heya niha berdewam bûn. Her weha Yildirim, proseya berdêlkirina dîlan di navbera hikûmeta Beşar Esed û opozisyona Sûriyê, biserkeftina dîplomasiya mirovî bi nav kir.

Serokê desteya alîkariya mirovî ya Tirkiye Bulent Yildirim sala par rola xwe di serbestberdana hejmarek girtiyên Tirk li Sûriyê hebûye.

Xendan
Top