• Monday, 09 February 2026
logo

Ji Ocalan bo BDP`ê 6 xwestek

Gulan Media January 9, 2013 Nûçe
Ji Ocalan bo BDP`ê 6 xwestek
Li gor nûçeyeke rojnameya Starê ku duh 8/1/2013 hatiye belavkirin tê de hatiye ku parlemanterê serbixwe yê Mardînê Ehmed Turk di daxuyaniya xwe de ku ji rojnamevabnan re ragihandibû “Xwestekên ku dewletê naxwe zoriyê” bi 6 maddeyan ev xwestek ji rêveberiya BDP`ê re rêz kiriye.
Hatiye ragihandin yek ji wan 6 xwestekan Ocalan jî ewe ku Dewlet li Hewlêrê bi rêveberiya PKK`ê re rûne.

Rojnameyê ew 6 teleb weha rêz kirine:

1- Zemîna agirbestê bê amadekirin.

2- Parêznameyek bo zimanê Kurdî bê amadekirin.

3- Li gor 4`emîn pakêta darazê ewên ku tundutîjî bikarnaênane ji bo wan rêznameyên nû bêne rêxistinkirin û ewên nexweşiya wan giranin bêne serbest berdan.

4- Serdana Îmraliyê bê hêsan kirin û heya demeke navîn raya giştî jib o hepsa male bê amade kirin.

5- Bi rêveberiya PKK`ê yên li Qendîlê re li Hewlêrê civîn bêne lidarxistin, divê ew bêne agahdar kirin.

6- PKK`ê gav bi gav ji bo ku xwe paşve bikşîne zemînê amade bike û hêzên çekdarî ji welêt vekişin.

Kongireya civaka Demokratîk KCD di civîna encûmena xwe ya daîmî de ragihandibûn ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd tenê muxateb Ocalane.

Her weha di encamnameya civîna KCD`ê de hatiye ku: “Pirs wê bi diyaloga li gel Ocalan û muzekereyan bête çareserkirin. Dewletê ji salên 90`an ve bi Ocalan re di temasê deye li her care bi provakasyonan ew çeba vala hatine derxistin. ”

Xendan
Top